Rêçên mezin yên Îştara xwedawend (Xwedawenda yekem ya mîtolojîk û ya sereke ya serdema Neolîtîk) di îbadetgeha Eyn Dara ya ku li kêleka girê Stêrk a ser bi Efrînê hat dîtin. Tê payîn ku di navbera salên B.Z. 1300 – 700î de hatiye çêkirin. Îştara xwedawend weke nûnera şerkerî û evînê tê nasîn.

Efrîna ku di demên dawî de bû cîhê pêşengayetiya jinê ya avakirina modeleke demokratîk, şûnwarê çanda xwedawendiya çend hezar salan e jî. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ne tenê li dijî Efrînê, li dijî azadiya hemû jinan e. Lewra divê hemû jin ji bo parastina çanda xwe ya dayîksalarî rabin ser ligan.

Eyn Dara yek ji perestgehên yekem yên ku ji alî Aramiyan ve li Kurdistanê di salên B.Z. 1000î de hatiye çekirin e. Ji ber bombebarana artêşa Tirk a dagirker a di dîroka 26ê Çileya 2018an de, niha piranî hilweşiyaye.

Pêlekanên ku ber bi perestgehê ve hildikşin hatin rûxandin. Teswîrên çûkan yên ku di nav kevirên bazalt de hatibûn kolan, hatin parçekirin. Ev berhem, li gel hin avahiyên din yên li Efrînê, yek ji bermahiyên herî kevnar û girîng yên serdema Hîtît bûn, nexasim jî ya çanda Îştara xwedawend ya serdema Neozoîk.

Weke bersivek li dijî destdirêjiya li ser dayîka Îştara xwedawend, emê piştgirî bidin jinên li Efrînê û li hember hemû cûreyên tundiyê, li her derê cîhanê li ber xwe bidin.

Hişmendiya baviksalar mafên wekhev yên jinê înkar dike û nêrîna li dijî jinê dibe asteng ku jin di xwezayîbûna xwe de bijîn.

Emê xaka xwe ji mêtingerên ku wê dagir û wêran dikin û herwiha ji kesên ku nirxên bi destê jinê hatine avakirin acis dibin û li dijî disekinin, rizgar bikin.

Em weke şervanên Îştar ên di vê têkoşînê de, divê bi giyana Îştar, ber bi dîroka xwe ya ku bi salan e ji me hatiye girtin ve gav bavêjin.

“Wê sedsala 21. bibe sedsala jinan!” Serokatî