Kampanyayê “Jin rabin ser piyan ji bo Efrînê” di 8ê sibatê 2018 an de, di Roja Jinên Kedkar a Cihanê de hatê ragihandin. Efrîna ku bi salan e li bakurê Sûriyeyê wekê herêmeke aşitî dihat zanîn, di wê demê de di bin êrişê dijwar a artêşa Tirkiye û cîhadîstên wê de bû. Bi vê êrîşê ne tenê demokrasiya bakurê Sûriyeyê hedef dikirin; wekê li her derê li Efrînê jî azadiyê jinan dikirin armanc.
Lewma “Jin rabin ser piyan ji bo Efrînê” bang li hemû jinên cîhanê dike ku bibin bersiva êrîşên li ser Efrînê ya ku hemû jinên bakure Sûriyeyê yên ku ji dijî dagirker û terorîzmê têkoşîn dikin hedef digre. Beriyê dewleta Tirk êrîş bike, jinên Efrînê di her qada jiyanê de roleke sereke dilîstin. Di nava parastina xaka bakurê Sûriyeyê de şervanên YPJ rolakî diyarker listîn -Arîn Mîrkan ê ku di berxwedana Kobanê ya dîrokî de sembol bû ji Efrînê bû. Di siyasetê de jî rola xwe dilîstin û li ser bingeha wekheviya bi mêr re bi erkê xwe radibûn, di her qadê de bi rêjeya % 40 tevlî xebatan dibûn. Di warê aborî de jî cihê xwe di nava aboriya komûnal de digirtin û dixebitîn.
Jinên Efrînê civakeke pir ramanî û demokratîk ava kirin. Dema ji bo parastina axa xwe têdikoşiyan, di heman demê de şoreşekî jinê ya ku bi mîlyonan mirov dide guhartin jî ser dixistin; lê ev tekoşîn ji aliyê “civaka navnetewî” ve nedihat ditîn û pişt çav kirin. Di dewsa baweriya xwe bidin piştgiriya şaş û metînger a hikûmetên desthilatdar, di her cihî de ji jinan piştgirîya rast dixwestin.
Îro artêşa dagirker a Tirk, direvînin, tecawiz û êşkence dikin, mirovên ji olên cuda bi zorî dixwazin bikin îslam, erdên çandiniyê ya bi sed salan e hatiyê şoxulandin dişewitîne û çandên ne Îslam û ne Tirk diperçiqîne.
Jinên Efrînê berxwedana xwe ya li dijî faşîzmê berdewam dikin. Di qampên penaber ên li Şehba hatiye avakirin de -qampê Berxwedan a 2.865 kesî, qampê Serdem a 2.931 kesî û 428 malbatên Efrinî- hê jî gelê xwe diparêze. Li wan deran, ji bo zarokan perwerde xwe berdewam bikin û nexweşan bên tedawî kirin dibistan û nexweşxane ava kirin.